Terorîstên DAISê li Hemrînê 3 sivanên Kurd revand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 20ê Çile terorîstên DAIŞê li qezaya Hemrînê ya Diyaleyê 3 şivanên Kurd revand.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Polîsê parêzgeha Diyaleyê Nîhad Muhammed, DAIŞê îro Înê li gundê Xatunî yê navçeya Hemrînê 3 şivanên Kurd revand.
Berdevkê Polîsê Diyaleyê da xuyakirin ku wan gelek caran hişyarî daye welatiyan ku neçin cihên valahiya ewlehiyê li wan heye, ji ber ku metirsiya êrîşên bermayiyên DAIŞê li wan deveran heye.
Hefteya borî jî li devera Dawde ya Germiyanê 2 şivanên Kurd ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin