Dije Terora Kurdistanê li Hewlêrê 4 terorîstên DAISê yên plana êrîsan dikirin desteser kir

09 January 2023 21:17 0 dîtin
Dije Terora Kurdistanê li Hewlêrê 4 terorîstên DAISê yên plana êrîsan dikirin desteser kir

PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku di encama operasyonekê du torên terorîst ên DAIŞê ku ji 4 kesan pêk dihatin, li bajarê Hewlêrê hatine desteserkirin.

Encûmena Asayîşa Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, planên wan herdu torên terorîstî yên ku beriya sersala 2023yan teqîn û kiryarên terorîstî li bajarê Hewlêrê bikin hebûn.

Hat diyarkirin: “Dije Terora Kurdistanê du torên terorîst ên DAIŞê li bajarê Hewlêrê desteser kirin û planên wan pûç kirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Du hewl û planên komên terorîst ên DAIŞê ji bo encamdana teqîn û kiryarên terorê beriya sala 2023an li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê û Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ve di meha 12 ya sala 2022an de hatin pûçkirin û çar terorîst hatin desteserkirin, ku ji du torên cuda pêk dihatin û ji aliyê komên terorîst ên DAIŞê ve ferman ji wan re hatibû ku kiryarên terorîstî li bajarê Hewlêrê pêk bînin.”