Dije Terora Kurdistanê derbarê drona li Hewlêrê ketiye de daxuyanî da
PeyamaKurd - Dije Terora Kurdistanê li ser ketina dronekê li gundê Girdcotyar yê ser navçeya Enkawa ya parêzgeha Hewlêrê daxuyanî da.
Dije Terora Kurdistanê ragihand, îro Çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan piştî nîvro, li gundê Girdcotyar yê navçeya Enkawa ya parêzgeha Hewlêrê, droneke çavdêriyê ya navxweyî ji ber xeletiyeke teknîkî, li stûneke xeta înternetê ket û ziyan gihand stûna înternetê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li gor zanyariyan, ji ber ketina dronê ti ziyaneke canî derneketiye holê û ev ne bûyereke cihê metirsiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin