Dije Terora Kurdistanê: Bi dronekê êrîsî Balafirgeha Herîr a Hewlêrê kirin
PeyamaKurd - Dije Terora Kurdistanê îro 5ê Çileyê danê êvarê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi droneke bombekirî êrîşek li dijî Balafirgeha Herîr a li Hewlêrê hatiye kirin.
Dije Terero Kurdistanê da xuyakirin: “Îro Înê saet 16:29an bi balafireke bêmirov êrîşî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê hate kirin ku berê wekî baregeheke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dihat bikaranîn.”
Hate ragihandin ku di encama êrîşê de ti ziyaneke canî çênebûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev êrîş piştî êrîşa Amerîka ya ser baregeha tevgera Nuceyba ya girêdayî Heşda Şeibî li Bexdayê çêbû ku beriya niha jî 15 êrîş li ser balafirgeha Herîrê hatibûn kirin û Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku Îran piştevaniya wê dike 12 êrîş li xwe girtibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin