Li çiyayê Hemrînê 4 terorîstên DAISê hatin kustin

29 December 2021 11:36 0 dîtin
Li çiyayê Hemrînê 4 terorîstên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, li bilindahiyên Hemrînê, di dema lêgerîna çekdarên DAIŞê de, 4 terorîstên DAIŞê kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê da zanîn; Fermandariya Diyala, di lêgerîna çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Hat diyarkirin ku hêzek ji Lîwaya 34 a Firqeya 9, li bilindahiyên Hemrînê di dema rûbirûbûna hejmarek çekdarên DAIŞê de, 4 çekdar kuştin, lêgerîn û şopandina paşmahiya wan berdewam e.