5 terorîstên DAISê li çiyayê Hemrînê hatin kustin
PeyamaKurd - Fermandarek û 4 terorîstên DAIŞê li nêzîkî çiyayê Hemrînê li başûrê Kerkûkê di bombebarana balafirên şer de hatin kuştin.
Çavkaniyeke leşkerî ya Îraqê ji ajansa Reutersê re ragihand, hêzên ewlehiyê fermandarek DAIŞê û 4 çekdarên din li derdora çiyayê Hemrînê kuştin, bêyî ku nasnameya wî fermandarî aşkere bike. Wê çavkaniyê da zanîn, 3 roj in bi berdewamî balafirên şer ên Îraqê û Hevpeymaniya Navdewletî li wê navçeyê tevgera DAIŞê bombebaran dikin.
Hêjayî gotinê ye ku di meha Çileya 2017an ve Îraqê serkeftina li ser DAIŞê û bidawîhatina wê rêxistinê ragihandiye, lê hîna DAIŞ li hin navçeyan maye û tevgerê dike.
Çiyayê Hemrînê 7ê cotmeha 2017anji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin