Li Çiyayê Hemrînê 6 termên çekdarên DAISê hatin dîtin
PeyamaKurd - Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku piştî hêzên antîterorê li rêzeçiyayê Hemrînê êrîşeke asmanî li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîne, termên 6 çekdarên DAIŞê hatine dîtin ku yek ji wan Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê yê DAIŞê bûye.
Ragihandina Ewlehiyê ya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê da xuyakirin, “Bi çavdêrî û plana beşa êrîşan û hevahengiya hêzên endazyariyê yên Fermandariya Operasyonên Kerkûkê, hêzên antîterorê piştî êrîşê lêkolîna teknîkî li herêmên ku êrîş lê hatibû kirin pêk anî.”
Hate diyarkirin, hêzên antîterorê 5 rojan li rêzeçiyayê Hemrînê mane û çekdarên DAIŞê dorpêç kirine ku xwe di şkeft û cihên dijwar ên çiyê de veşartibûn û hêzên iraqî piştî bicihanîna erkê xwe bi selametî vegeriyane.
Dezgeha Antîterorê ya Iraqê piştî operasyonan ragihandibû, hêzên wan 7 çekdarên DAIŞê kuştine, 20 cih, 3 şkeft û 5 tunel jî têk dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin