Li Rêzeçiyayên Hemrînê stargeheke DAISê tevî çekdarên tê de hat ruxandin

14 April 2021 21:01 0 dîtin
Li Rêzeçiyayên Hemrînê stargeheke DAISê tevî çekdarên tê de hat ruxandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke hêzên asmanî yên Iraqê de, li rêzeçiyayên Hemrînê stargheke DAIŞê tevî çekdarên di nav de hatiye rûxandin.

Ragihandina ewlehiya Iraqê eşkere kir, doh hêzên asmanî yên Iraqê li dijî stargehên DAIŞê yên li çiyayên Hemrînê li parêzgeha Selahdînê 4 êrîş pêk anîne.

 Herwiha hŞaneya Ragihandina Ewlehîya Iraqê derbarê wan êrîşan de diyar kir, di van êrîşan de, stargheke DAIŞê hat rûxandin ku çekdar jî tê de bûn.

Li gorî daxuyaniyê hemû çekdarên di stargehê de hatine kuştin, lê hejmara wan nehat eşkerekirin.