Li Rêzeçiyayên Hemrînê cihên DAISê hatin bombebarankirin

15 February 2021 20:48 0 dîtin
Li Rêzeçiyayên Hemrînê cihên DAISê hatin bombebarankirin

PeyamaKurd -  Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê îro 15ê Sibatê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêza asmanî ya artêşa Iraqê, li devera Hemrînê pêgehên çekdarên DAIŞê kirin armanc.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên asmanî yên artêşa Iraqê, di 5 lêdanên asmanî de pêgehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn li devera Hemrînê bombebaran kirin.

Hat eşkerekirin ku li gor zanyariyên hûrgilî yên îstixbaratê, balafirên şer ên F-16 yên Iraqê, 2 car rêzeçiyayên Hemrînê bombebaran kirine û cihên terorîstan têk birine.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê da zanîn, çend çekdarên DAIŞê di êrîşên esmanî yên hêzên Iraqê de hatine kuştin û hatiye tekezkirin ku hêzên ewlehiyê paşmayiyên çekdarên DAIŞê jinav birine û dê li ser vê mijarê zanyariyên zêdetir werin belavkirin.