Li Kerkûkê 4 çekdarên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku şeva borî di encama êrîşeke asmanî ya balafirên Iraqê de, tîmeke DAIŞê ya ji 4 terorîstan pêk dihat, li Dola Zigêtûn a rojavayê parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin.
Hate ragihandin ku êrîş bi rêya balafirên şer ên F-16 li ser stargeheke şaneya DAIŞê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin, “Li ser bingeha zanyariyên hûr ên îstixbaratê, di nav du rojên borî de zanyarî li ser tîmeke DAIŞê hatine komkirin û bi awayekî serkeftî ew 4 terorîst bûne armanca operasyoneke esmanî û hatine kuştin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin