Li Somalê 20 çekdarên DAISê hatin kustin
PeyamKurd – Berpirsên welatê Somaliyê ragihandin ku di operasyona leşkerî ya li rojhilatê welêt de, 20 çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê hatine kuştin.
Ajansa nûçeyan a Somaliyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên leşkerî wegirtine eşkere kir, “Hêzên taybet ên eyaleta Puntlandê, li herêma Barre ya rojhilatê Somaliyê operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî baregehên DAIŞê pêk anî.”
Hate diyar kirin ku di encama operasyonê de 4 jê biyanî, 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Herwiha hate ragihandin, hêzên operasyonê di demên dawî de li çiyayê Kal Mîskatê jî gelek deverên stratejîk ên DAIŞ tê de bû, kontrol kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin