HSD: 2 çekdarên DAISê hatin kustin, 1 jî bi saxî hat girtin

20 July 2023 20:21 0 dîtin
HSD: 2 çekdarên DAISê hatin kustin, 1 jî bi saxî hat girtin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku duh 19ê Tîrmehê li başûrê Hesekê operasyonek li ser şaneyên DAIŞê hatiye encamdan.

HSDê da xuyakirin ku di encama operasyona ku bi hevbeşiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin de, şaneya DAIŞê ya li bajaroka Deşîşê ya Şedadê ku dikeve başûrê Hesekê hatiye bêbandorkirin.

Hate ragihandin ku di operasyonê de 2 çekdar hatine kuştin û yek jî bi saxî hatiye girtin. Li gorî daxuyaniyê hin çek û cebilxane jî hatin desteserkirin: 2 Çekên AK-47, 2 telefon, debançeyek, bombeyek, 3 carcûrên debançeyan, rextek, çekeke nêçîrê.