Li nêzîkî Kerkûkê 10 çekdarên DAISê hatin kustin

30 January 2021 16:02 0 dîtin
Li nêzîkî Kerkûkê 10 çekdarên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd – Li nêzîkî Kerkûkê, di encama bombebaranên balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, yek ji wan Ebû Yasir, serkirdeyê herî mezin ê DAIŞê yê li Iraqê ye.

Li gor Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir; ew di jinavbirina serkirdeyên DAIŞê de berdewam dibin û dibêje: “Ebû Yasir di êrîşeke esmanî de roja 27ê Çileya 2021ê li nêzîkî Kerkûkê hat kuştin.. Di wê operasyonê de 10 terorîst hatin kuştin, kuştina Ebû Yasir jî, derbeyeke din a mezin e li hewldanên zindîbûna DAIŞê li Iraqê.”

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da zanîn, ji destpêka îsal ve heta niha 82 operasyon li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞê encam dane.

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî li ser armanckirina serkirdeyên DAIŞê yên li Iraqê jî dide zanîn: “Em ziyanên serkidetiya DAIŞê ya li Iraqê dibînin, ev serkeftin bi alîkariya îstixbaratê û alîkariya îstixbarata Iraqê û efserên wêrek hat bi destxistin.”