Dadgeha Iraqê bi tohmeta “terorê” 5 endamên YBSyê desteser kir
PeyamaKurd – Li Şingalê, 5 endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku bi ser PKKyê ve ye, bi tometa “terorê” ji aliyê dadgeha Nînovayê ya Iraqa Federal, li gorî madeya 4em hatin desteserkirin.
Piştî vê yekê, hat ragihandin ku YBŞyê êrîşî hêzên Iraqê kir, endezyarek revand û bombeyên destan avêt ku di encamê de 2 efserên Iraqî birîndar bûn.
Artêşa Iraqê ewlehî xurt kir û YBŞyê îdiayên terorê red kir û artêşê bi êrîş û miameleya xerab tawanbar kir.
Endezyar piştî operasyoneke leşkerî hat berdan, lê pevçûn û nîgeranî li herêmê zêde bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin