Hikûmeta Iraqê termê 20 endamên DAISê li Kerkûkê defin kir

15 February 2025 13:21 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê termê 20 endamên DAISê li Kerkûkê defin kir

PeyamaKurd – Jêderekî bijîşkî ji Kerkûkê ragihand ku îro Şemiyê, komîteyeke hikûmeta Iraqa federal li Kerkûkê termên 20 çekdarên DAIŞê di nav wan de fermandarên payebilind jî hebûn ku di êrîşên esmanî yên Iraqî de hatibûn kuştin, di gorên amadekirî de veşart. 

Wî jêderî diyar kir, “Beşa dadwerî di mehên borî de 20 termên endamên DAIŞê, hem serkirde û hem jî şervan, wergirtine. Term ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin veguhestin piştî operasyonên li dijî grûbq tundrew û testa DNAyê û lêkolînên dadwerî li ser her 20 terman hatin kirin ji bo destnîşankirina nasnameya wan.

Hat ragihandin ku li goristana Banja Elî ya ku 20 kîlometre dikeve başûrê rojhilatê Kerkûkê, komîteyek ji rayedarên Şaredariya Kerkûkê, Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê, Komîteya Karûbarên Olî ya Encûmena Parêzgehê û Rêveberiya Ewqafê pêk tê, çavdêriya karên definkirinê kirin.