Li Iraqê di operasyona dijî DAISê de 22 endamên rêxistinê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin, li Iraqê di operasyona dijî DAIŞê de 22 endamên rêxistinê hatine kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê INAyê, Serokê Yekîneya Dijî Terorê ya Iraqê Serleşker Ebdulwehab el-Saidî bi Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Keys El-Mihemedawî re li ser operasyonê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Saidî di civînê de axivî û got, di operasyona ku wan li Enbarê pêk anîn de, 22 endamên AIS ku di nav wan de berpirsê DAIŞê yê Fellûceyê jî hebû, hatin kuştin.
Saidî diyar kir, operasyon dewam dike.
ÊRÎŞÊN RÊXISTINÊ DIDOME
Rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2014an de parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê û herwiha beşek ji Diyala û Kerkûkê bi dest xistibûn û bi salan ev navçe ji rêxistinê hatibûn rizgarkirin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di 9ê Kanûna 2017an de serkeftina li dijî DAIŞê ragihandibû, lê êrişên wê rêxistinê li gundewarên van parêzgehan berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin