Ji Hêzên Pêsmerge û Iraqê dijî DAISê operasyona ‘Îradeya Serkeftinê’
PeyamaKurd - Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li devera Koleco ya ser bi parêzgeha Diyaleyê ve operasyoneke hevbeş li dijî rêxistina terorîst DAIŞê dan destpêkirin.
Operasyona ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Adil Ebdulmehdî serpereştiya wê dike, bi diruşma ‘Îradeya Serkeftinê’ bi beşdariya Hêzên Pêşmerge û Iraqê birêve diçe û mebest, tunekirina şaneyên razayî yên DAIŞê li herêma bakurê Rojhilatê Iraqê û Diyalayê ye.
Operasyona dijî DAIŞê piştî du rojan bi ser êrîşa DAIŞê de tê ku 4 Pêşmerge û Asayişa Herêma Kurdistanê di wan êrîşan de şehîd ketibûn.
Fermandarê Hêzên Piyade li Lîwaya 5 a Hêzên Pêşmerge, Emîd Kemal Mehmûd derbarê operasyonê de ji medya Kurdistanê re ragihand ku armanc ji vê operasyonê jinavbirina çekdarên DAIŞê û têkderên li navçeyê ye û ew dê hemû hewlên xwe bidin ji bo nehiştin û jinavbirina wan.
Kemal Mehmûd herwiha daye xuyakirin ku tevî encamdana wan operasyonan, ew “dê pêgehên xwe yên leşkerî li Koleco zêde bikin.”
Koleco bajarokekî ser bi navçeya Kirfî ye ku ser bi parêzgeha Diyaleyê ve ye û dikeve 188 kîlometre başûrê rojhilatê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Koleco dikeve navbera herdu navçeyên Kelar li parêzgeha Silêmaniyê û Xurmatû li parêzgeha Selahedînê.
Hêjayî gotinê ye çend navçe û bajarok li parêzgeha Diyaleyê di çarçoveya navçeyên nakok ên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de cih digirin ku li gor madeya 140 a destûra Iraqê çarenivîsa wan were diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin