Kazimî: Pêsmerge û hêzên Iraqê li dijî DAISê madalyaya serkeftinê neqisandin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 10ê Kanûnê serdana bajarokê Felluceyê kir û li ser serkeftina dijî DAIŞê gotarek pêşkeş kir.
Kazimî ragihand ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê beşek bûn ji wan hêzên ku rêxistina terorîst a DAIŞê têk şikandine û got, “Pêşmerge û hêz û milîsên Iraqê madalyaya serkeftinê neqişandin.”
Kazimî di gotara xwe ya bo fermandarên leşkerî û ewlehiya Felluce de diyar kir, serkeftina li hember DAIŞê ne serkeftineke leşkerî tenê bû, di heman demê de serkeftineke şaristaniyetê ya li hember kevneperestiyê û serkeftina mirovahiyê ya li hember wehşiyetê bû.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, 9ê Kanûna 2017an serkeftina şerê dijî DAIŞêragihandibû û roja 10ê meha 12an jî wek roja serkeftinê hat naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin