Iraqê di encama operasyona li dijî DAISê dest danî ser du deriyên sînorî yê Bexdê

11 July 2020 14:00 0 dîtin
Iraqê di encama operasyona li dijî DAISê dest danî ser du deriyên sînorî yê Bexdê

PeyamaKurd -  Artêşa hêzên Iraqê di encama operasyona li hember DAİŞê ‘Pehlewanên Iraqê’ da, dest danî ser du deriyên sînor ên li bakurê rojhilatê Bexdayê.

Li gor zanyariyan, îro 11.07.2020an da, artêşa hêzên Iraqê operasyonek bi navê qonaxa çarem a ‘Pehlewanên Iraqê’ li navçeyên sînorê parêzgeha Diyale pêk anîn.

Herwiha operasyon di bin serpereştiya rasterast û bi amadebûna serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî de pêk tê.

Li gor beyanameya fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqê, hêzeke bersivdana lezgîn a ser bi wezareta navxwe ya Iraqê, dest daniye ser her du deriyên sînorê Mendelî ya nêzîk Mendelî û Munzerî ya Xaneqîn a sînorê parêzgeha Diyale de girtine.

Herwekî di beyanameyê de hatiye, hêzeke taybet bi awayekî berdewam dê li wan her du deriyan bê bicîh kirin.