CENTCOM: Me di Nîsanê de 35 operasyon li Sûriye û Iraqê li dijî DAISê pêk anîn û 13 endamên DAISê kustin

06 May 2023 12:10 0 dîtin
CENTCOM: Me di Nîsanê de 35 operasyon li Sûriye û Iraqê li dijî DAISê pêk anîn û 13 endamên DAISê kustin

PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir, wan bi hevpeymanên navdewletî û yên herêmî re di meha Nîsanê de 35 operasyon li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞê pêk anîne û 13 endamên DAIŞê kuştine, herwiha 28 endamên DAIŞê jî girtine.

CENTCOMê roja Înê 5ê Gulana 2023an da zanîn, wan 25 operasyon li Iraqê encam dane û 9 endamên DAIŞê kuştine û 7 jî girtine.

Herwiha 10 operasyonên jî li Sûriyê kirine ku di encamê de 4 endamên DAIŞê kuştine û 21 endam jî girtine. CENTCOM a beşeke sereke ya erka wê li Rojhilata Navîn e eşkere kir, “Ev operasyon pabendbûna me ya berdewam a ji bo tunekirina DAIŞê nîşan didin.”

Hêza Amerîkî herwiha got, ji bo nehîştina bi temamî ya DAIŞê hewldanên serbazî yên zêdetir pêwîst in.

CENTCOMê destnîşan kir, “Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkî li ser şêwirmendî, alîkarî û karkirina hêzên ewlekariya Iraqî û Pêşmerge jî ku pêşengên şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ne, berdewam dikin.”

CENTCOM li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê got, “Di şerê li dijî DAIŞê de em bi giranî xwe dispêrin hevkarên xwe yên herêmî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”

Fermandarê CENTCOMê Michael Kurilla da zanîn, “CENTCOM pabendî tunekirina DAIŞê ye.”

CENTCOMê di daxuyaniyekê de got, “Di meha Remezanê de, me li gorî sala borî kêmbûneke berçav di êrîşên DAIŞê de dît. Em vê yekê bi zêdebûna operasyonên hevpeymanên me şîrove dikin.”

Di meha borî de, Fermandeyê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Matthew McFarlane ragihandibû ku operasyonên hevbeş ên hevpeymaniyê, li gorî destpêka salê ji sedî 68 êrîşên DAIŞê li Iraqê û li Sûriyê jî ji sedî 55 kêm kirine.