CENTCOM: DAIS li Sûriye û Iraqê xwe zindî dike

17 July 2024 19:20 0 dîtin
CENTCOM: DAIS li Sûriye û Iraqê xwe zindî dike

PeyamaKurd -  Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê hişyarî da ku DAIŞ xwe ji nû ve ava dike.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hate gotin DAIŞ hewl dide ji nû ve xwe ava bike û êdî êrîşên wê li Sûriyeyê û Iraqê bi li gorî par zêde bûne.

CENTCOMê diyar kir ku DAIŞê di 6 mehên destpêka sala 2024an de 153 êrîş li Sûriye û Iraqê pêk anîne û da zanîn, zêdebûna êrîşan nîşan dide ku DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve zindî bike.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Amerîkî, DAIŞê di 6 mehên destpêka sala 2024an de 153 êrîş li Iraq û Sûriyeyê pêk anîne.