Hikûmeta Iraqê 450 malbatên DAISê yên ji Kampa Holê hatine anîn tevlî civakê dike

17 April 2022 16:57 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê 450 malbatên DAISê yên ji Kampa Holê hatine anîn tevlî civakê dike

PeyamaKurd - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê eşkere kir, heta niha 450 malbatên çekdarên Iraqî yên rêxistina terorîst DAIŞê ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Iraqê hatine vegerandin û piştî demeke rehabilîtasyonê ya li Kampa Mûsilê jî tevlî civakê têne kirin.

Yek ji berpirsê Wezareta Koç û koçberan ya Iraqê Elî Ebas ragihand, hikûmeta Iraqê heta niha 450 malbatên çekdarên Iraqî yên DAIŞê yên ku li kampa Holê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne, derbasî Iraqê kirine.

Li gorî daxuyaniya wî berpirsê iraqî tevahiya malbatên hatine vegerandin, li kampeke parêzgeha Mûsilê hatine bicihkirin û ew der wek navendeke rehabilîtasyonê ye û piştî ku di warê hizrî û sosyal de hatin amadekirin, wê ew malbatên DAIŞê derbasî nav civakê û cihê xwe bibin.

Elî Ebas herwiha gotiye, di çarçoveya wê bernamê de 170 malbat ji wê kampê derketine û çûne ser cih û warên xwe.