6 malbatên DAISê yên ji Kampa Holê anîne Iraqê winda ne!
PeyamaKurd - Parlamentera berê ya Iraqê Viyan Dexîl ragihand ku hejmara malbatên DAIŞê yên ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo Iraqê hatine veguhestin 100 malbat bûn, lê tenê 94 malbat gihîştine Iraqê.
Hikûmeta Iraqê bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re rêkeftibû, 100 malbatên DAIŞê yê Iraqî ji kampa Holê ya li Hesekê vegerînin Iraq û li kampa Ceda li başûrê Mûsilê bi cih bikin.
Viyan Dexîl li ser mijarê ragihand: “100 malbat ji kampa Holê derketin û tenê 94 malbat gihîştin kampa Cedayê, ew 6 malbatên din bi kû ve çûn.”
Viyan Dexîl li ser Twitterê pirs kir: “Diyarnebûna wan 6 malbatan, ji ber bêxemiya hikûmetê ye yan bi rêkeftinekê bû? Eger rêkeftin bû, di berjewndiya kê de ye?”
Hêjayî gotinê ye, tirs heye ku malbatên DAIŞê yên hatine anîn, kesûkarên wan bi xwe jî li Musilê hene û dibe şanayên razandî yên DAIŞê bi rêya wan malbatan jî werin vejandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin