Hikûmeta Iraqê 100 malbatên xwe yên di Kampa Holê de veguheze welat
PeyamaKurd – Genarelê Amerîkî Firank Makenzy do piştî civîna bi berpirsên Iraqî re diyar kir, hefteya bê dê Hikûmeta Iraqê malbatên xwe yên di Kampa Holê de veguheze welat.
Generalê Emerîkî Firank Makenzy helwesta Hikumeta Iraqê bi erênî nirxand û da zanîn, ev gav dê metirsiya belavbûna terorê li Kampa Holê kêm bike.
Makenzy herwiha di berdewamiya daxuyaniya xwe eşkere kir: “Ev gav dê derî ji gelek welatan re veke ku hemwelatiyên xwe ji kampên li Sûriyeyê derxînin. Wan di civaka resen de bi cih bikin ku roleke erênî biliîzin.”
Li gor ajansa El hurra, Makenzy 21ê Gulanê serdana Sûrî kiriye û di wê serdan xwe de jî diyar kiriye ku dê Hikumeta Îraqê 100 malbatên xwe yên di Kampa Holê de vegûheze welat.
Hêjayî bibîrxistinê, nêzî 70 hezar penaberên Iraqî li Kampa Holê dimînin, piraniya wan jin û zarok in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin