Li Iraqê biryara darvekirina 13 endamên rêxistina DAISê hat dayîn

25 June 2021 10:01 0 dîtin
Li Iraqê biryara darvekirina 13 endamên rêxistina DAISê hat dayîn

PeyamaKurd – Li Iraqê biryara darvekirina 13 endamên rêxistina DAIŞê ku ji meha Remezana 2019an ve çendîn kiryarên terorî encam dane hat dayîn.

Encûmena Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, Dadgeha Tawanan a Kerxê li gor maddeyên yasaya terorê yên 1,3,7 ên sala 2005an, biryara darvekirinê ji bo 13 endamên DAIŞê derxistiye.

Herwiha hatiye eşkerekirin, ew endamên rêxistina DAIŞê, li ber dadgehê li tawanên xwe mikur hatine, ku di meha Remezana 2019an de çendîn kiryarên terorî encam dane.

Li gor daxuyaniyê, navên wan 13 endamên DAIŞê li Iraqê di nav lîsteya terorîstên DAIŞê de bûne.