Li Nîjeryayê 5 endamên IPOBê hatin girtin

01 August 2023 21:43 0 dîtin
Li Nîjeryayê 5 endamên IPOBê hatin girtin

PeyamaKurd – Li başûrê Nîjeryayê li eyaletên Anambra û İmo hêzên dewletê operasyon kirin ser rêxistina ‘Xelkên Xwecîh yên Biafrayê’ ( IPOB) û di encamê de 5 endamên rêxistinê girtin. Berdevkê artêşê Onyema Nwachukwu bi nivîskî ragihand ku artêş xeberê sitendiye û bi hevkariya polîs li her dû eyaletan operasyon kirine.

Artêş ragihand ku gelek endamên rêxistinê birîndar reviyane, kampên wan îmha kirine, bombeyên destî û gelek muhîmmatên rêxistinê xistine dest. Di operasyonan de 5 leşker û 2 polîs birîndar bûne.

Xelkê Biafrayê li başûrê Nîjeryayê ji bo dewletekî serbixwe deyne, di sala 1967an de raperînê kir û di şerê hundir de bi mîlyonan kes jiyana xwe ji dest da. Di sala 1967an de dewleta Biafrayê hatibû damezrandin lê di encama şerê hundir de car din ketibû bin destê dewleta Nîjeryayê.