Li Nîjeryayê ji 2 hezarî zêdetir endamên çete hatin girtin

30 September 2021 21:38 0 dîtin
Li Nîjeryayê ji 2 hezarî zêdetir endamên çete hatin girtin

PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta Zamfarayê di çarçoveya têkoşîna bi çeteyan re, piştî xetên danûsetendinê hatin qutkirin, ji 2 hezarî zêdetir çete hatin girtin. Komîserê ragihandinê yê eyaleta Zamfarayê Alhajî Îbrahîm Dosara ragihand ku ji bo girtina kesên çekdar ku daîma êrîşên çekdarî dikin, xetên ragihandinê qutkirine. Bi çeteyan re kesên ku alîkariya xwarinê dikin jî hatine girtin.

Dasara ragihand ku bi sedema operasyonan %80 yên çeteyan terka herêmê kirine û ji bo jinavbirina wan bi biryarin. Nîjerya 5 sale ku bûye meydana şerên navbera ajalvanên Fûlanî û eşîrên ku cotyariyê dikin.