Li Nîjeryayê ji hezarî zêdetir endamên Boko Haramê hatin kustin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Nîjeryayê ragihandin ku di sala 2021 ê de li Nîjeryayê di operasyonan de zêdetirê hezar endamên Boko Haramê hatine kuştin. Ragihandi ji aliyê wezîrê agahdariyê û çandê Lai Muhammed ve hat kirin.
Muhammed ji bo çapemeniyê got ku artêş tevî zor û zahmetiyan operasyonan dewam dike, di sala 2021 ê de di ser hezarî de endamên Boko Haramê hatine kuştin û 22 hezar endamên wan teslîm bûne.
Ji sala 2000 heya niha ji ber tevgerên Boko Haramê 20 hezar kes mirine û bi hezaran kes ji ber wan koç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin