UNHCR: Di bûyerên Boko Haramê de ji 35 hezarî zêdetir kes hatin kustin
PeyamaKurd – UNHCR (Komseriya Bilind ya Multeciyan ya Neteweyên Yekgirtî) ragihand ku di bûyerên şiddetê yên Rêxistina Boko Haramê de, di 11 salan de di ser 35 hezarî de mirov mirine. Jimara navborî ji bo rojhilatê welatê Nîjeryayê hatiye bilêvkirin.
Ragihandina rêjeyê ji terefê serokê UNHCRê yê ofîsa eyaleta Adamawayê ji terefê Elsie Mills-Tetty de hat kirin. Mills-Tetty got ku li rojhilatê-bakûrê Nîjeryayê li eyaletên Adamawa, Borno û Yobe, êrîşên Boko Haramê dewam dikin û bi neyînî bandorê li jiyanê dikin.
Mills-Tetty ragihand ku ji sala 2009an heya niha rêxistina terorê êrîşên xwe dewam dike û heya niha ji 35 hezarî zêdetir kes mirine û bi hezaran kes hatine revandin. Van kiryaran li ser aborî û geşepêdana komelayetî ya Nîjeryayê bandorên neyînî kiriye.
Boko Haram bi taybetî li Nîjerya, Nîjer, Çad û Kamerûnê tevgerên xwe dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin