Rêxistina çekdar Boko Haramê di êrîsê de 7 leskeran kust
PeyamaKurd – Li gor çapemeniya Nîjeryayê; li rojhilatê Bakûrê dewleta Nîjeryayê, leşkerên ku ji eyaleta Bornoyê diçûn eyaleta Yobeyê, rêxistina Boko Haramê li devera Damaturuyê êrîşê bir ser leşkeran û di encamê de 7 leşkeran kuşt û gelek leşker birîndar bûn.
Li welatê Nîjeryayê ji sala 2000an heya niha rêxisitna Boko Haramê hebûna xwe dide nişandan û ji sala 2009an heya niha di êrîşan de bi deh hezarî kes hatin kuştin.
Boko Haram ne tenê li Nîjeryayê lê li welatê Kamerûn, Nîjer û Çadê êrîşan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin