Boko Haramê êrîs kir û 20 kes jiyana xwe ji dest dan

24 January 2025 22:21 0 dîtin
Boko Haramê êrîs kir û 20 kes jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê, li eyaleta Bornoyê di êrîşa rêxistina Boko Haramê de, 20 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Li gor çapemeniya cîh ya Bornoyê; Boko Haramê li herêma Gadan Garî êrîş kir.

Li welatê Nîjeryayê ji sala 2009an heya niha rêxistina Boko Haramê, bi sedan êrîşan kir ser xelkê û hêzên dewletê û heya niha bi deh hezarî kes jiyana xwe ji dest dan.

Boko Haram ji sala 2015an heya niha li welatên cîran yên Nîjeryayê; li Kamerûn, Çad û Nîjerê êrîşan dike û di hewza Gol a Çadê de, herî kêm 2 hezar kes mirine û bi deh hezaran kes ji ser warên xwe koç kirine.