Bavê Teyar ku di êrîsa balafirên Tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd - Şanogerê Kurd ê navdar Bavê Teyar ku du roj berê li derdora Bendava Tişrînê di encama bomberana balafirên bêmirov ên Tirk de bi giranî birîndar bûbû, îro 19ê Çile roja Yekşemê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Dardesta cenazeyê Bavê Teyar ji bo bi axê bê spartin, ji nexweşxaneyê hate wergirtin.
Bavê Teyar dema êrîşên çekdaran û artêşa Tirkiyê dewam dikirin ji bo nobedarî û protestoyê çûbû deverê û di êrîşeke asmanî ya balafirên Tirk de birîndar bûbû.
Beriya êrîşê vîdyoyeke Bavê Teyar ku nerazîbûna xwe ji êrîşan re nîşan dida belav bûbû.
🗣️Ünlü Kürt Tiyatro Oyuncusu Bavê Teyar:
— 360 NOKTA (@360Nokta) January 18, 2025
➖“Yaw VALLAHİ sizden korkmuyoruz!”
▪️Bavê Teyar, Türkiye tarafından SİVİLLERE yönelik yapılan hava saldırısında yaralanmıştı, sağlık durumunun iyi olduğu öğrenildi. pic.twitter.com/Ui9fqliJdQ

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin