Singal | Di êrîsa balafirên Tirk de 2 çekdarên YBSê can dan, 2 jî birîndar bûn

21 January 2022 20:35 0 dîtin
Singal | Di êrîsa balafirên Tirk de 2 çekdarên YBSê can dan, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafirên bêpîlot ên biçek ên artêşa Tirkiyê de, du endamên YBŞê ya bi ser PKKê ve can dan.

Êrîşa asmanî ya balafirên bêpîlot îro Înê piştî nîvro li derdora demjimêr 15:30 li herêma Geliyê Şilo ya Şingalê pêk hatibû û otomobîlên PKK/YBŞê hatibûn armanckirin.

Hat zanîn ku ew otomobîleke hatiye armanckirin hejmarek çekdarên bi ser PKKê ve tê de hebûn û girêdayî Fewca 80 (Fewca Eşayîrî) ya ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin bûn.

Li gorî zanyariyên dawî hatine, di êrîşa li herêma Geliyê Şilo ya Şingalê de, 2 çekdarên YBŞê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.