Teorîstên DAISê li Dêrezorê êrîs kir: 2 servanên HSDyê jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêra Zorê di 3 êrîşên cuda de 2 endamên wê jiyana xwe ji dest dane.
Hate diyarkirin ku duh danê êvarê şaneyên girêdayî terorîstên DAIŞê li bajarokê Mergeda yê dikeve rojhilatê Dêra Zorê wesayîteke hêzên HSDyêê hedef girtin û li wir endamekî HSDyê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hat ragihandin ku teorîstên DAIŞê li bajarokê Şihêlê wesayîteke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku dewriyeya leşkerî dikir hedef girt û di encamê de şervanekî din jî jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “DAIŞê ji rewşa aloz a Sûriyeyê û mijûlbûna hêzên HSDyê sûd werdigire di bersivdayîna êrîşên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) de li dijî HSDyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin