3 servanên HSDê di êrîsên DAISê de jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji encama êrîşa Tirkiyê, şaneyên razayî yên DAIŞê çalak bûne û êrîşî xalên HSDê dikin û 3 şervanên wan canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdar li ser herêmên Til Temir û Eyn Îsayê de, şaneyên razayî yên DAIŞê li bajarokê Hecînê li rojhilatê Dêrazorê çalak bûne û êrîşî şervanên HSDê kirin û 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û 2 şervan jî birîndar bûne.
HSDê diyar kir, komên çekdar bi piştevaniya artêşa Tirkiyê bi êrîşên xwe li ser Ebo Rasên û gundê Til Temir û Eyn Îsayê de berdewam in û balafir jî li esmana wê herêmê bi berdewamî difirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin