Li Dêrezorê 2 servanên HSDê jiyana xwe ji dest dan

23 January 2020 12:50 0 dîtin
Li Dêrezorê 2 servanên HSDê jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Li rojhilatê Dêrezor pevçûn di navbera hêzeke HSD û komeke çekdar de derketin û di encamê de 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor çavkaniyên herêmî, roja çarşemê, pevçûn di navbera hêzeke HSD û komeke çekdar de li gundê Ebû el Xeşeb li rojhilatê Dêrezorê derketiye.

Li gor heman çavkaniyan, di encama pevçûnan de ku çekên sivik tê de hatine bikaranîn, 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku tê texmînkirin ku ew koma çekdar girêdayî Rêxistina DAIŞê be.

Çavkaniyên ser bi HSDê didin zanîn ku çalakiyên xaneyên raketî yên DAIŞê li navçeya rojhilatê Dêrezor hene, lewma ew car bi car operasyonan li dijî wan şaneyan li navçeyê encam didin.