2 servanên HSDê li Dêrezorê canê xwe ji dest dan

29 August 2019 13:49 0 dîtin
2 servanên HSDê li Dêrezorê canê xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Li Dêrezorê 2 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di êrîşeke terorîstên DAIŞê de canê xwe ji dest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, li navçeya El Wihde ya li rojhilatê Dêrezorê çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke piştnînê ya HSDê kir û di encamê de şervanekî HSDê canê xwe ji dest da û 2 şervanên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Rewangehê, terorîstên DAIŞê êrîşî xaleke din a HSDê li bajarokê Zibyan kir û di encamê de şervanekî din canê xwe jidest da.

HSDê di 23ê Adara bûrî de bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê kontrol kiribû û ragihandibû, şerê wê li dijî DAIŞê ket qonaxa jinavbirina şanên nivîstî yên DAIŞê.

Her li gor SOHRê demek e tevger û çalakiya DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê zêde bûye û çendîn teqîn û êrîş rû didin û duhî jî grûpeke çekdar welatiyek li bajarokê Kişkiyê li rojhilatê Dêrezorê kuşt.