HSDê 4 'servanên zarok' radestî malbatên wan kir
PeyamaKurd - Ofîsa Parastina Zarokan a li Hesekê, 4 zarokên din ên di nav hêzên leşkerî de hatibûn bicihkirin, li malbatên wan vegerandin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), 3 zarokên din radestî Ofîsa Parastina Zarokan kirin û ofîsê aw zarok radestî malbatên wan kirin.
Hevseroka Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê Merwe Ebdula da zanîn, her 4 zarok ji nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatin vegerandin û temenên wan jî derdora 14 salan bûne.
Heta niha ofîsa Parastina Zarokan 92 zarok li navçeyên Rêveberiya Xweser li malbatên wan vegerandine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî rêkeftina Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi Neteweyên Yekbûyî re, Ofîsa Parastina Zarokan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate avakirin ku armanca wê ofîsê, her zarokê tevlî hêzên leşkerî bibe, bi rêya hemahengiyê ligel HSDê wan vedigerînin li malbatên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin