Rêveberiya Xweser 4 servanên zarok radestî malbatên wan kir
PeyamaKurd - Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya peymanên ligel Neteweyên Yekbûyî de, 4 ciwanên temenê wan piçûk ên di nav hêzên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, radestî malbatên wan kir.
Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan Murhef Ebdullah ragihand ku Nivîsgehê bi hevkariya HSDê, 4 ciwanên temen piçûk li malbatên wan ên li Hesekê û Qamişlo vegerandin.
Ebdullah got, piştî radestkirina zarokan, nivîsgeh serdana wan dike û rewşa wan zarokan dişopîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin