HSDê 54 zarokên hatibûn çekdarkirin radestî malbatên wan kir
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 54 zarokên di nav HSDê de hatibûn çekdarkirin, radestî malbatên wan kir.
HSDê di civîneke rojnamevanî ya li bajarê Amûdê de, 54 zarok bi rêya Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de ya herêma Cizîrê ku di çarçoveya rêkeftina ligel Neteweyên Yekbûyî ya qedexya çekdarkirina zarokan hatiye avakirin, radestî malbatên wan kirin.
HSDê bi civîneke rojnamevanî û beşdarbûna hevserokên nivîsgehên Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de yên Hesekê û Qamişlo Xalid Cebir û Mirî Mihemed û Fermandarê HSDê Egîd Agirî ew zarok radestî malbatên wan kirin.
Xalid Cebir da zanîn ku derdora 150 zarok ji hêzên leşkerî hatine dûrxistin û radestî malbatên wan hatine kirin û ji bo hevkariya HSDê li gorî yasayên navdewletî spasiya wan kir.
Li ser pirsa biçekirina zarokên di bin 18 saliyê de, fermandarê HSDê Egîd Agirî got, "Yên ku dixwazin tev li hêzên leşkerî bibin, rewşa wan tê lêkolînkirin û şopandin. Lê gelek zarokan ji ber şerê li Serêkaniyê û Girê Spî nasnameyên xwe winda kirine. Di rewşên wiha de zehmet e ku temenên wan were zanîn, ji ber wê bi temenên biçûk derbasî saziyên leşkerî bûn."
Egîd Agirî herwiha da zanîn, wê xebatên xwe yên dûrxistina zarokan ji hêzên leşkerî berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin