HSDê 2 zarokên keç radestî malbatên wan kir
PeyamaKurd – Du zarokên keç ên hatibûn biçekirin, di çarçoveya peymana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Neteweyên Yekbûyî de, radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan hatin kirin û wê wan bigihînin malbatên wan.
Hat ragihandin ku îro 11ê Mijdarê HSDê 2 zarokên keç ên ji bajarê Kobanê radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan kir da ku wan radestî malbatên wan bikin.
Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan a di Nakokiyên Çekdarî de Xalid Cebir daye xuyakirin, wan îro 2 zarokên ji bajarê Kobanê radestî malbatên wan kirine û armanca sereke ya nivîsgehê ew e jîngeheke ewle ji zarokên temenbiçûk re peyde bike û ji nakokiyên çekdarî dûr bixe.
Cebir da zanîn , giliyên ku ji wan re tên, dişopînin û agahî didin aliyên peywendîdar da ku zarokan ji nakokiyên çekdarî dûr bixin.
Hêjayî gotinê ye, HSDê 29ê Hezîrana 2019an bi Neteweyên Yekbûyî re peymanek îmze kir da ku leşkerkirina zarokên ji 18 saliyê biçûktir qedexe bikin.
Hat ragihandin ku Nivîsgeha Parastina Zarokan a Hesekê heta niha 210 zarok radestî malbatên wan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin