HSDê 12 zarokên DAISê radestî Fransayê kirin
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya îngilîz The Guardianê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 12 zarokên sêwiyên DAIŞê radestî Fransayê kirin.
Herwiha Hollandayê jî piştrast kiriye ku 2 zarokên sêwiyên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatine radestkirin.
The Guardianê eşkere kir ku zarokên hatine radestkirin yê herî mezinê wan 10 salî bûye û piştî demeke dirêj li kampên Rojavayê Kurdistanê mane, doh 9ê Hezîranê bo rayedarên fransî yên wezareta derve hatine radestkirin.
Dîsa du zarokên din jî bo Hollandayê bo heyeta holendî ya hatibû Rojava hatine radestkirin.
Hêjayî gotinê ye hê jî hewlên bo dadgehkirina DAIŞîyên di destê HSDê de girtîne berdewam dikin û herî dawî hefteya borî li Stockholmê konferanseke navdewletî bo avakirina dadgeheke li Rojhilata Navîn a darizandina DAIŞîyan hatibû lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin