Rojava | 49 jin û zarokên DAISê radestî Almanya û Holandayê hatin kirin

02 November 2022 19:22 0 dîtin
Rojava | 49 jin û zarokên DAISê radestî Almanya û Holandayê hatin kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 12 jin û 37 zarokên malbatên DAIŞê yên kampan radestî şandên Almanya û Holandayê kir.

Nûnera hikumeta federal a Almanyayê Manga Cleese û nûnerê Holandayê yê Sûriyê Emile de Bont, şeva borî serdana Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî hevdîtina li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatiyên wan ên malbatên DAIŞê radestî wan hatin kirin.

Şandên Alman û Holandî yên ji bo vegerandina welatiyên xwe yên malbatên DAIŞê çûbûn Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê cîgirê hevserokatiya daîreyê Robêl Biho û endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm, endama Nivîsgeha YPJê Lana Hesen û cîgira Desteya Jinan Hûweyda Selîm Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku piştî hevdîtinê bi belgeyên fermî jinek û 4 zarok radestî şanda Almanyê, 11 jin û 33 zarok jî radestî şanda Holandayê hatin kirin.