Rojava | 146 jin û zarokên DAISê radestî Tacîkistanê hatin kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 146 jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên li kampan radestî welatê Tacikistanê kir.
Ajansa AFPê ragihandiye ku şandeke ji Tacikistanê bi seroktiya Balyozê Tacikistanê yê li Kuwêtê Zabidullah Zabidov serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi Desteya Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser re civiya.
Hat diyarkirin ku şanda Tacikistanê 42 jin û 104 zarokên malbatên DAIŞê yên Tacikistanî ku li kampên Roj û Holê diman ji Rêveberiya Xweser wergirt û ew şandin welatê wan.
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, piştî mehekê ji danûstandinan ew zarok û jinên DAIŞê radestî Balyozê Tackikistanê yê Kuwêtê hatine kirin.
Balyozê Tackikistanê yê Kuwêtê Zabidullah Zabidov jî diyar kir: “Demek e, Tacîkistan hemû tedbîr û rêkarên pêwîst ji bo vegerandina van jin û zarokan bo Tacîkistanê, bi hevahengiya li gel aliyên pêwendîdar, wergirtine.”
Zabîdov da zanîn ku balyozxaneya welatê wî li Kuwêtê ji kariye ji bo vegerandina welatiyên Tacîk ên jin û zarokên ku niha li kampên Hol û Roj dimînin.
Hêjayî gotinê ye, Kampa Holê ya li bajarê Heseke, yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye ku wekî xetirtirîn kampa li cîhanê tê naskirin. Rêveberiya Xweser gelek caran bang li welatan dike, pêwîstiya kampa Holê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cîhanê welatiyên xwe yên jin û zarokên DAIŞê vegerînin welatê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin