Li Eyn Îsayê di 2 rojên borî de 5 servanên HSDê canê xwe ji dest dan

30 December 2020 12:31 0 dîtin
Li Eyn Îsayê di 2 rojên borî de 5 servanên HSDê canê xwe ji dest dan

PeyamaKurd Li bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê, di 2 rojên borî di encama şerê di navbera şervanên HSDê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de, 5 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Li gor Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir: ‘‘Şervanên HSDê di 2 rojên borî de rûbirûyî êrîşên komên çekdaran bû û ew êrîş şikandin. Di endamê de jî 5 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.’’

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn, komên çekdar di 2 rojên borî de êrîşên xwe li ser gundê Eyn Îsayê zêde kirine, lê wan karî wan êrîşan bişikînin û rê nedin ku ew derbasî gundên Eyn Îsayê bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji heyama çend hefteyên borî ve, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, êrîşên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirine û dixwazin wê dagîr bikin. HSD jî dibêje, ew bersiva wan êrîşan didin û nahêlin Tirkiye û çekdarên girêdayî wê, bi pêş ve bên.