HSDê candana 7 servanên xwe eskere kir
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di navbera rojên 8ê Kanûna 2024an û 11ê Çileya 2025an de, di şer û pevçûnên ligel komên çekdarên bi ser Tirkiyê de û bersivdana êrîşên DAIŞê de, 7 şervanên wan can dane.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye gotin, “Dewleta Tirk a ku derbeyan dixwe rojane çeteyan ji bo êrîşên nû ber bi eniyan ve dehf dide. Lê dîsa jî ji aliyê şervanên me têk diçin û ji qadên şer ve direvin. Di roja din jî bi hejmareke mezin û bi desteka balafên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker û tank û panzêran êrîşên xwe dûbare dikin.”
HSDê nasnameyên şervanên di navbera rojên 8ê Kanûna 2024an û 11ê Çileya 2025an de, di şer û pevçûnên ligel komên çekdarên bi ser Tirkiyê de û bersivdana êrîşên DAIŞê de can dane eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji bo malbatan sersaxî hatiye xwestin de şervanên can dane ev in; Kendal Efrîn (Semîr Ebdurehman Ereb), Ciwan Kobanê (Mihemed Nasan Nebî), Reşo Bozan (Mehmûd Îbrahîm Mistefa), Nîhad (Wesîm Mihemed El Hecî), Dilşêr (Ehmed Hemed Hemade), Egîd Tevşo (Mihemed Osman Hemo), Berxwedan (Mistefa Hecî Mihemed Siyêwî).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin