Rapora NY: HSDê sala borî 637 zarok çekdar kirine
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya dawî ya derbarê bikaranîna zarokan di şerê Sûriyê de ragihand ku her çiqas rewş ber bi aramiyê ve diçe jî çekdarkirina zarokan zêde bûye û HSDê sala borî 637 zarok çekdar kirine.
Di rapora salane ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser bikaranîna zarokan di şer û çekdarkirina bi darê zorê de tê gotin ku piraniya komên çekdar ên li Sûriyê di şerê 12 salan de zarok bikar anîne û ew neçar kirine ku çekan hilgirin.
Li gorî raporê, di sê salên borî de li Sûriyê hejmara zarokên ku bi zorê ji aliyê komên çekdar ve hatine çekdarkirin zêde bûye: Di sala 2020an de 813 zarok, di sala 2021an de hezar û 296 û di sala 2022an de jî hezar û 696 zarok hatine çekdar kirin.
Di rapora NY de hatiye gotin, di nav komên çekdar ên ku zarok tevî refên xwe kirine de hevpeymanê sereke yê Amerîkayê li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî heye û sala borî 637 zarok ji aliyê HSDê û komên nêzîkî wê ve hatine çekdarkirin.
Herwiha li gorî rapora NY 611 zarok jî ji aliyê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike ve hatine çekdarkirin û 383 zarok jî ji aliyê rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve hatine çekdarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, HSDê sala 2019an bi Neteweyên Yekbûyî re peymanek îmze kiribû û soz dabû ku dawî li çekdarkirina kesên di bin 18 saliyê de bîne û bi vê armancê gelek ofîsên parastina zarokan li deverên di bin kontrola xwe de hatibûn vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin