Rapora Neteweyên Yekbûyî: HSDê çend zarok lesker kirine?

01 July 2023 14:33 0 dîtin
Rapora Neteweyên Yekbûyî: HSDê çend zarok lesker kirine?

PeyamaKurd Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya salane ya sala 2022an li ser bikaranîna zarokan di şer û çekdarkirina bi zorê weşand.

Hat diyarkirin ku piraniya komên çekdar ên li Sûriyeyê di şerê 12 salan de zarokan bi kar anîn û neçar kirin ku çek hilgirin.

Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe ya dawî de derbarê bikaranîna zarokan di şerê Sûriyê de ragihand, her çend rewşa welat ber bi aramiyê ve diçe, lê çekdarkirina zarokan zêde bûye û HSD sala borî 637 zarok çekdar kirin.

Li gor raporta navborî, di sê salên dawî de hejmara zarokên ku bi zorê ji aliyê komên çekdar ve li Sûriyê hatine çekdarkirin, zêde bûye. Di sala 2020an de 813, di sala 2021an de hezar û 296, di sala 2022an de jî hezar û 696 zarok hatine çekdarkirin.

Di raporê de hat diyarkirin, di nava komên çekdar de zarok tevlî refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hevalbendê sereke yê Amerîkayê ye di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de ye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, sala borî 637 zarok ji aliyê HSD û komên nêzîkî wê ve hatine çekdarkirin.