Rapora Neteweyên Yekbûyî: Yek ji sê parên cîhana Ereb di bin sînorê hejariyê de ye!

31 December 2022 13:29 0 dîtin
Rapora Neteweyên Yekbûyî: Yek ji sê parên cîhana Ereb di bin sînorê hejariyê de ye!

PeyamaKurd Bandorên krîzên ku ji ber şerê Ukraynayê li ser cîhana erebî derketine, ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hate ragihandin. Di rapora ku ji aliyê Komîsyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya Rojavayê Asyayê (ESCWA) ve derbarê geşedanên dawîn ên li cîhanê hat amadekirin de hat destnîşankirin ku li welatên Ereb ji sê parên nifûsa welatên Ereb di bin sînorê xizaniyê de ye.

Komîsyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya Rojavayê Asyayê (ESCWA) encamên rapora xwe ya salane ya geşedanên civakî û aborî yên li welatên Erebî eşkere kir.

Bandorên pandemîk û şerê Ukraynayê hate xuyakirin!

Li gorî encamên rapora amadekirî, li ber çavan nihêrînên neyînî yên pandemiyê û şerê ku nêzî salek berê li Ukraynayê destpê kir, li ser aboriya cîhanî.

Li welatên Ereban enflasyon di sala 2022an de gihaşt ji sedî 14an. Hat destnîşankirin, tê pêşbînîkirin ev rêje di sala 2023an da ji sedî 8, di sala 2024an da jî dakeve ji sedî 4,5an.

Di rapora ESCWA de, asta xizaniyê li gorî salên berê di sala 2022an de zêde bû û hejmara xizanan gihaşt 130 milyonî. Hat diyarkirin ku ev reqem ji bilî welatên Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) û Lîbyayê ji sê parên gelên cîhana Ereban re ye.

Rêjeya bêkarî û aboriyê hat ragihandin!

Di raporê de hat parvekirin, di sala 2022an de cîhana Ereban bi rêjeya ji sedî 12 bêkariyê re rêjeya herî zêde ya bêkariyê li dinyayê tomar kir û tê pêşbînîkirin, ev rêje di sala 2023an da dakeve 11,7an.

Di dawiyê de li gorî raporê herwiha hate gotin, tê pêşbînîkirin aboriya welatên Ereb di sala 2023an de ji sedî 4,5 û di sala 2024an de jî ji sedî 3,4 mezin bibe.