Neteweyên Yekbûyî rapora koçberiya neçarî eskere kir

13 June 2024 16:28 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî rapora koçberiya neçarî eskere kir

PeyamaKurd - Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) rapora xwe ya bi sernavê “Meyla Kurewî ya koçberiya bi darê zorê 2024” weşand.

Di raporê de hatiye ragihandin, hejmara kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li seranserê cîhanê gihîştiye 120 mîlyonan kesanb.

Di raporê de hat ragihandin ku di 12 salan de li pey hev zêdebûna koçberiya neçarî heye û hejmarên sala borî li seranserê cîhanê gihîştine astên nû yên dîrokî.

Herwiha hat ragihandin ku heta Gulana 2024an hejmara giştî gihîştiye 120 mîlyon kesan.

Di rapora NY de hat gotin ku pevçûnên li Sûdan, Xeze û Miyanmarê diqewimin bûne sedema koçberiyên nû û divê demildest çareseriyek ji van re bê dîtin.

Li gorî raporê, “Di dawiya sala 2023yan de bi tevahî 10,8 mîlyon Sûdanî ji cih û warên xwe bûne û li Şerîda Xezayê jî heta dawiya sala 2023yan nêzî milyonek û 700 hezar kes ji cih û warê xwe bûne.

Li gorî raporê, Sûriyê koçberî berdewam dike û 13,8 milyon kes li hundir û derveyî welat bi darê zorê koçber bûne. Hate diyarkirin ku zêdetirî 5 milyon mirovên koçber jî vegeriyane welatên xwe.